Wezareta Pêşmergeyan: Hêzên me tevlî êrîşa li dijî Heşdî Şebî nebûne
Wezareta Pêşmergeyan a girêdayî hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê îdîayên ku dibêjin hêzên wan êrîş birine ser baregeha Heşdî Şebî ya li wîlayeta Selahaddîn, red kir.
Wezareta Pêşmergeyan a girêdayî hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê îdîayên ku dibêjin hêzên wan êrîş birine ser baregeha Heşdî Şebî ya li wîlayeta Selahaddîn, red kir.
Baregeha Tûgaya 52’yan a Heşdî Şebî ya li navbera bajarokê Silêman Beg û navçeya Xûrmatû, duh bi şev 3 caran bi balafirên bêmirov û biçek hate bombebarankirin. Hin îdîa hatin kirin ku êrîş ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hate pêkanîn.
Wezareta Pêşmergeyan a girêdayî hikûmeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, têkildarî îdîayên navborî daxuyaniyek weşand.
Wezaretê diyar kir ku hêzên pêşmerge parçeyekî şerê leşkerî yê li herêmê nîne û anî ziman ku nûçeyên “nerast” ên ku dibêjin hêzên pêşmerge êrîş birine ser baregeha Heşdî Şebî ya li wîlayeta Selahaddîn, tên belavkirin.
Wezaretê ev îdîa bi zimanekî tund red kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wezîfeya esas a hêzên pêşmerge parastina ewlehî û îstiqrarê ye.
Wezaretê diyar kir ku Wezareta Pêşmergeyan bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re di nava koordînasyon û peywendiyê de ye.